Mihemed Îsmaîl: Kurd li Sûriyeyê li beranberî erk û gefên mezin in

Navenda Nûçeyan (K24) - Careke din êrîşî bingeheke PDK-Sê li Qamişloyê tê kirin û ew bingeh tê şewitandin, sikirtêrê wê partiyê jî amajeyê dide, “Dijîtiya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê ENKS û xebata neteweyî û rêbaza resen a Kurdîniyê berdewam e”.
Sikirtêrê PDK-Sê Mihemed Îsmaîl duhî (Sêşem, 14.05.2024) ji K24ê re ragehand, “Hêşta erkên mezin û gefên giran li bernaberî Kurdan li Sûriyeyê hene û di eynî demê de hejmareke kes û koman li dijî paşeroj û neteweya wan radiwestin û kiryarên nehejî berdewam in”.
Mihemed Îsmaîl amaje jî da, “Xebata me pêxemetî pirsa neteweyî li Sûriyeyê berdewam e û em destan jê bernadin”. Herwesa got, “Bingehên me berdewam di xizmeta pirsa neteweyî de vekirî ne û ji bilî wê xizmetê çi behsên din tê de nehatine kirin heta ku êrîşî wan bê kirin”.
Navbirî tekez jî kir, “Berdewam dersên Kurdîniyê li bingehên ENKSê û PDK-Sê hatine dan û xizmeta rewşenbîrî û zimanê neteweyî hatiye kirin”.
Pêştir jî bi dehan ciwanên girêdayî tevgera Ciwanên Şoreşgêr li roja Înê, 01.03.2024, êrîşî nivîsîngeha PDK-Sê li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê kir ku ji aliyê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê ENKS merasîmên salvegera 45ê ya wexera dawiyê ya Mela Mistefayê Barzanî tê de dihatin kirin”.