Li Diyarbekirê Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyan hat pîrozkirin
Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê Cejna Zimanê Kurdî bi daxuyanî û meşê hat pêşwazîkirin ku rêxistin û partiyên siyasî banga xwedîlêderketina zimanê kurdî kirin û bi teybetî jî bal hate kêşan ku herî zêde jî pêdiviya zaravayê zazakî bi xwedîlêrderketinê heye.
Platforma Zimanê Kurdî bi beşdariya partiyên siyasî li Qada Şêx Seîd bi boneya 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniya ji aliyê Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ve hatî xwendin de hat amajekirin ku divê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û bibe xwedî statu. Di daxuyaniya zazakî de jî bal hate kêşan ku zazakî wek zaraveyek bin xetereya nemanê de hatiye destnîşankirin û banga xwedîlêderketinê hat kirin.
Rêvebera Platforma Zimanê Kurdî Cemîle Turhalli Balsak ji K24ê re got: “Zimanê kurdî gelek dewlemend e ku zaraveyên wek kurmancî soranî zazakî hewramî hene ku UNESCO dibêje zazakî bin xetereya nemanê de ye ku divê em xwedî li zazakî derbikevin, di vî warî de ev mijar bo me gelek girîng e.”
Bi boneya Roja Cejna Zimanê Kurdî Partî û rêxistinên hevgirtiyê DemPartiyê jî bi beşdariya Hevserokê DemPartî Tuncer Bakirhan û şaredaran meşek li darxistin û Tuncer Bakirhan jî bang kir ku divê şaredariyên DemPartî giringiyek mezin bidin ziman. Beşdarên çalakiyê jî bang kirin ku divê hemu qadên jiyanê kurdî were bikaranîn.
Welatiyek dibêje: “Ez 25 salan li Stenbolê jiyam min dest ji zimanê xwe berneda lê hatim Diyarbekir dibinim ku zarok bi tirkî diaxifin. Divê em nav malê bi zarokên xwe re bi kurdî biaxifin. Me boz iman gelek bedel daye, zimanê me her tiştê me ye.”
Welatiyekî din jî got: “Cejna zimanê kurdî pîroz be, bila kurdî bibe zimanê fermî.”
Di çalakiyên roja cerjna zimanê kurdî li Diyarbekir de 3 peyam derketin pêş ku yek jê ew bu bang li dê û bavan hate kirin bi zarokên xwe re kurdî biaxifin, kurdî bibe zimanê fermî û her wiha kurdî bibe zimanê bazarê.