Dadgeha Federalî helwesta xwe li ser hilbijartinên Perlemana Kurdistanê diguhere

Dadgeha Federalî ya Îraqê
Dadgeha Federalî ya Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Dadgeha Federalî ya Îraqê li ser awayê birêveçûna hilbijartinên Perlemana Kurdistanê û tevlîbûna pêkhatan di hilbijartinan de li xwe vedigere û bizavê ji bo çarekirina şaşîtiyên xwe dike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Dadgeha Federalî Casim Mihemed Ebûd Humadî di civîna xwe de li ser tevlîbûna hemî aliyan di hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de hevnerîn bûn.

Guhertina helwesta Dadgeha Federalî jî di demekê de ye ku helwesta PDK û Civaka Navdewletî li ser hilbijartinan bi awayekî azad, şefaf û dadperwerane neguher e. Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel di bersiva K24ê de piştevaniya xwe ji bo tevlîbûna berfireh a hemî alî û pêkhatan di hilbijartinan de diyar kir.

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel got, “Em li ser piştevaniya birêveçûna hilbijartinan bi awayekî azad û şefaf berdewam in, wekî perensîp em piştevaniya tevlîbûna berfireh a hemî aliyan di piroseya demokrasî de dikin, bi awayekî ku rengvedana berfirehî û pêkhatên civakê be”.

Dadgeha Federalî ya Îraqê li roja Yekşema bê. 19.05.2024, ji bo yekalîkirina skalaya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser parvekirina kursiyên Perlemana Kurdistanê dicive.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li roja Yekşemê, 06.05.2024, bi rêya wekîlê xwe Parêzer Eyad Kakeyî skalayek li dijî Serokê Encûmena Komisyarên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê li Dadgeha Federalî tomar kir.

Skalaya Serokwezîr Mesrûr Barzanî peywendî bi du xalan ve heye; rêkarên parvekirina 100 kursiyên Perlemana Kurdistanê li ser parêzgehên Herêma Kurdistanê û helweşandina 11 kursiyên pêkhatan li Perlemana Kurdistanê. Mesrûr Barzanî daxwaz kiriye ku Dadgeha Federalî wê parvekirinê “nedestûrî” bibîne.