Wezîrê Tendirustiyê: Me daxwaz kiriye pişka amûrên pizişkî yên Herêma Kurdistanê di budceyê de bê zêdekirin

Saman Berzincî
Saman Berzincî

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Tendirustiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana pirojeyê çêkirina nexweşxaneyeke giştî li Çemçemalê dike û dibêje, “Me daxwaz kiriye pişka amûrên pizişkî yên Herêma Kurdistanê di budceyê de bê zêdekirin”.

Bi merema haydarbûna li ser rewşa tendirustiyê û serdana pirojeya çêkirina nexweşxaneyeke giştî, Wezîrê Tendirustiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Saman Berzincî îro (Pêncşem, 16.05.2024) serdana qezaya Çemçemalê kir û bi aliyên peywendîdar ên wê qezayê re civiya.

Wezîrê Tendirustiyê di konfiranseke rojnamevanî de wekî pirojeyeke giring û stratejîk amaje da pirojeya çêkirina wê nexweşxaneya giştî ya Çemçemalê. Ew nexweşxane bi gojimê zêdetirî 10 milyon dolaran ji aliyê xêrxwaz Cemal Hecî Elî ve tê çêkirin û çend navendên bisporî vedigire.

Ev nêzî heft mehan e ku dest bi çêkirina wê nexweşxaneyê hatiye kirin. Li dû gotina Wezîrê Tendirustiyê, ew avahî heta sala bê dê temam bibe û ew hatine ku ji niha berheviyan ji bo dabînkirina desteya karkirinê û pêdivîtiyên pizişkî ji bo wê nexweşxaneyê bikin.

Li sinorê qezaya Çemçemalê neh nahye, sê nexweşxane, sê navendên bisporî û hejmareke bingehên tendirustiyê hene. Wekî ku Saman Berzincî behs kir, pêdivîtiya wan hemî cihan bi zêdetir pêdivîtiyan heye. Navbirî amaje jî da ku bi aliyên peywendîdar ên wê qezayê re danûstandin li ser pêdivîtiyan kirine.

Wezîrê Tendirustiyê tekez jî kir, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê giringiyeke taybet dide kertê tendirustiyê li qezaya Çemçemalê, di wê çarçoveyê de budceyeke taybet ji bo kertê tendirustiyê yê wê qezayê terxan kiriye.

Fly Erbil Advertisment