Encûmena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî li ser rewşa Îraqê dicive
Navenda Nûçeyan (K24) - Encûmena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî li ser rewşa Îraqê dicive û Nûnera Taybet a Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê jî dawî raporta xwe li ser Îraqê dixwîne.
Encûmena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî îro (Pêncşem, 16.05.2024) seet 05:00 ê êvarê bi dema Hewlêrê dicive û ecêndaya wê civînê jî ji bo danûstandinên li ser rewşa Îraqê bi giştî ye.
Biryar Jeanine Hennis-Plasschaert wekî Nûnera Taybet a Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê di wê civînê de dawî raporta xwe li ser Îraqê bixwîne, ku biryar e li dawiya vê mehê erkê wê bidawî bê.
Plasschaert dê di raporta xwe de balê bikêşe ser çend mijarên niha, wekî pirsa hilbijartinên Perlemana Kurdistanê û biryarên Dadgeha Federalî, peywendiyên Herêma Kurdistanê û Îraqê, dawî pêşveçûnên siyasî yên Îraqê, pirsa hilbijartina Serokê Civata Nûnerên Îraqê û rewşa mirovî û mafên mirovan.