Hejmara qurbaniyên Xezzeyê gehişt 35 hezar û 303 kesan
Navenda Nûçeyan (K24) - Hejmara qurbaniyên êrîşên artêşa Israîlê yên li ser kertê Xezzeyê zêdetir bûye û artêşa Israîlê jî li ser êrîşên xwe yên li ser kertê Xezzeyê û çekdarên Bizava Hemasê ya Filistînî berdewam e.
Wezareta Tendirustiyê ya Xezzeyê îro (În, 17.05.2024) ragehand, “Hejmara kuştî û birîndaran ji ber êrîşên artêşa Israîlê yên li ser kertê Xezzeyê roj bi roj zêdetir dibe û di eynî demê de birseke zêde jî keftiye nav akinciyên wê derê”.
Wezareta Tendirustiyê ya Xezzeyê amaje jî da, “Ji ber êrîşên berdewam ên Israîlê, hejmara kuştiyên kertê Xezzeyê gehiştiye 35 hezar û 303 kesan, herwesa hejmara birîndaran jî gehiştiye 79 hezar û 261 kesan”.
Her wê çavkaniyê ron jî kir ku 70% ya qurbaniyan jin û zarok in û di dema 24 seetên borî de 31 welatî hatine kuştin.
Çekdarên Bizava Hemasê li roja 7ê Cotmeha 2023ê êrîşeke berfireh kir ser Israîlê, ji bo dema çend rojan jî deverên Israîlê moşekbaran kirin û zêdetirî hezar û 400 kesan kuştin û zêdetirî 240 kesan jî revandin. Herwesa heta niha Israîlê jî zêdetirî 35 hezar Filistîniyan li kertê Xezzeyê kuştine ku piraniya wan jin û zarok in.