Nexweşiya leşmanyayê li kampên bakûrê rojavayê Sûriyê belav dibe
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber nepaqijiya jîngehê û kêmbûna avê, nexweşiya leşmaniya li kampên bakurê rojavayê Sûriyê belav bûye. Neşticiyên wan kampan daxwaza dabînkirina avê û navendên tendrustiyê li nava kampan dikin.
Bi hatina werzê germê re, tirs ji belavbûna leşmaniya li kampên bakûrê Sûriyê peyda dibe. Bi taybetî ku gelek alîkariyên girêdayî bi paqijiyê hatine rawestandin. Li gorî amarên fermî, rojane 3-4 haletên ku guman heye bi nexeşiya leşmaniyayê ketibin, digihin nexweşxaneyên Idlibê.
Koçber Mihemed Elî dibêje: “Em li kampê dijîn, paqijî li kampê kêm e bi taybetî di werzê havînî de, me zêdeyî carekê daxwaza çareserkirina pirsgirêka rêgarên avê kiriye, lê pirsgirê çareser nebûye, ji ber wê keça min bi leşmaniyayê ketiye.”
Ji heyama 6 mehan ve gihandina avê ji bo hin kampan hatiye rawestandin, li hin kampên din jî pirsgirêka rêgaran heye, pirsgirêka herî mezin jî nebûna navendên tendrustiyê ye.
Rêveberê kampan li navçeya navîn Mihemed Ebdulselam dibêje: “Bi hatina havînê re, rewşa me zehmetir dibe û nexweşî li kampên me zêdetir dibin, bi taybetî ew nexweşiyên ku ji ava ne paqij çêdibin, em daxwaza zêdekirina kampînên paqijiyê li kampan dikin, herwiha dive ku navendên tendrustiyê li hundirê kampan werin avakirin.”
Di Gulana 2023an de û ji bo rûbirûbûna belavbûna leşmaniyayê di nav kampan de, rêxistina Berevaniya Sivîl a Sûrî kampînek li 4 navçeyên bakurê rojavayê Sûriyeyê birêve biribû ku 362 hezar kes li xwe girtûbû.