Aydin Marûf: Em biryara dana pênc kursiyan ji bo pêkhatan red dikin

Aydin Marûf
Aydin Marûf

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Herêmê ji bo Karûbarên Pêkhatan biryara Desteya Dadweriyê ya Hilbijartinên Îraqê ji bo dana pênc kursiyan bi pêkhatên Herêma Kurdistanê red dike û dibêje, “Ew biryar şaş û nedadperwerane ye”.

Wezîrê Herêmê ji bo Karûbarên Pêkhatan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Aydin Marûf îro (Sêşem, 21.05.2024) di derheqa biryara Desteya Dadweriyê ya Hilbijartinên Îraqê ji bo dana pênc kursiyan ji 100 kursiyên Perlemana Kurdistanê bi pêkhatên Herêma Kurdistanê daxuyaniyek ji K24ê re da.

Aydin Marûf got, “Em bi wê biryarê razî nînin ji ber ku hebûna pêkhat û neteweyan li Herêma Kurdistanê giring e”. Amaje jî da, “Niha pêkvejiyana neteweyan li Herêma Kurdistanê di asteke baş de ye, herwesa divê zêdetir mafên wan li ber çav bên wergirtin”.

Navbirî ron jî kir, “Em wê biryara Desteya Dadweriyê ya Komisyona Bilind a Hilbijartinên Îraqê siyasî dibînin. Parvekirina kursiyên kutayan li ser bingeha cografî û kêmkirina wan ji bo pênc kursiyan kêmkirina heybeta neteweyên Herêma Kurdistanê ye”.

Wezîrê Herêmê ji bo Karûbarên Pêkhatan tekez jî kir, “Ew biryar zêdetir ji bo berjewendiyên siyasî bû. Em niha li benda biryarên Dadgeha Federalî ne ji ber ku ew biryara niha hatiye dan maf û daxwaziyên nûnerên pêkhatan li ber çav wernegirtine. Me pêştir jî daxwaza vegerandina 11 kursiyên kutayan kiribû, ew parvekirin jî bi wî awayî gelek şaş e”.

Aydin Marûf herwesa behs kir, “Neteweya Tirkmen li Îraq û Herêma Kurdistanê neteweyeke resen e, lewma terxankirina du kursiyên kutayan ji bo Tirkmenan qebûlkirî nîne. Di eynî demê de parvekirina wan kursiyan jî siyasî ye û ji bo berjewendiya aliyên siyasî ye”.

Desteya Dadweriyê ya Hilbijartinan, ku girêdayî Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê ye, di bersiva hejmareke skalayan de ku ji aliyê pêkhatên Herêma Kurdistanê ve hatine pêşkêşkirin, biryar da ku di çarçoveya 100 kursiyên Perlemana Kurdistanê de, pênc kursî ji bo pêkhatan bên terxankirin. Yanî 95 kursî dê giştî bin, pênc kursiyên din jî dê girêdayî pêkhatan bin.

Li dû tekista wê biryarê ku duhî (Duşem, 20.05.2024) derkeftiye; pênc kursiyên pêkhatan bi vî awayî li ser parêzgehên Herêma Kurdistanê tên parvekirin:

1.    Hewlêr: Du kursî (Yek ji bo Kiristiyanan û yek ji bo Tirkmenan)

2.    Silêmanî: Du kursî (Yek ji bo Kiristiyanan û yek ji bo Tirkmenan)

3.    Dihok: yek kursî ji bo Ermenan.

Pêştir Dadgeha Federalî ya Îraqê biryar dabû ku hejmara Kursiyên Perlemana Kurdistanê ji bo 100 kursiyan kêm bike, Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan jî li dû wê biryarê ew kursî bi vî awayî li ser parêzgehên Herêma kurdistanê belav kiribûn: 34 kursî ji bo Hewlêrê, 38 kursî ji bo Silêmaniyê, 25 kursî ji Dihokê û sê kursî jî ji bo Helebceyê.

Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Cumane Xelay Îro (Sêşem, 21.05.2024) ji K24ê re ragehand, “Piştî biryara Desteya Dadweriyê ya Hilbijartinan, careke din Encûmena Komisyaran bi merema rêkxistina parvekirina 95 kursiyên din ên Perlemana Kurdistanê li ser parêzgehên Herêma Kurdistanê dicive, piştî ku pênc kursî di çarçoveya 100 kursiyan de ji bo pêkhatan hatin terxankirin”.

Ji aliyekî din ve her îro (Sêşem, 21.05.2024) rûniştina yekê ya Dadgeha Federalî ya Îraqê ji bo danûstandinên li ser skalayeke Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di derheqa parvekirina kursiyên Perlemana Kurdistanê û nehêlana kursiyên kutayan de tê birêvebirin.

Fly Erbil Advertisment