Li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî parkek li Hewlêrê tê dirustkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser budceya taybet a Nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, bi nirxê 15 milyar dînar parkek li Hewlêrê tê çêkirin.
Li ser erk û raspardeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi nirxê 15 milyar dînar, li ser rûbera nêzîkî 120 hezar metre çargoşe û bi çavdêriya rasterast a Wezîrê Şaredarî û Geştiyariyê, parka Reşkîn li bajarê Hewlêrê tê çêkirin.
Proje ji van beşên li jêr pêk tê:
1- Perjînê projeyê, bi dirêjahiya hezar û 600 metre ye.
2- Çêkirina garajê otomobîlan.
3- Çêkirina du kafêteryayê nûjen.
4- Çêkirina rêyên bezê û bisiklêtan.
5- Çêkirina du embarên avê bi qebareya 300 metre sêcar.
6- Lêdana bîrên avê bi kûrahiya 500 metre.
7- Karên sîstema elektrîk û ronahiyê ya projeyê.
8- Çandina hezar dar û giyayên herdem kesk û dehhezaran gul.

