Li Dihokê nêzîkî 800 hezar donim genim hatiye çandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Giştî yê Çandiniyê li Dihokê ragihand, îsal li parêzgeha Dihokê 798 hezar donim zevî genim hatine çandin. Diyar kir jî, îsal nêzîkî 6 hezar ton petate bo welatên kendavê û Sûriyeyê hatine hinardekirin.

Rêveberê Giştî yê Çandiniyê li Dihokê endazyar Ehmed Cemîl îro 23ê Gulanê ji K24ê re ragihand: “Îsal li parêzgeha Dihokê 798 hezar donim zevî bi genim hatine çandin, ji ber wê jî em pêşbînî dikin ku zêdetirî 400 hezar ton genim ji bo bazarkirinê be.”

Endazyar Ehmed Cemîl got: “Heya niha ti biryarek ji aliyê hikûmeta Iraqê ve derbarê wergirtina genim de nehatiye dayîn, lê emê bi hemû hêza xwe hewl bidin ku ne wek sala borî be. Ji ber vê yekê em daxwaz dikin ku genimê cotkarên me jî wek cotkarên herêmên naverast û başûrê Iraqê bê wergirtin.”

Herwiha amaje bi wê jî kir, gavên Kabîneya Nehem ji bo bazarkirina berhemên navxweyî gelekî girîng in. Di destpêkê de sêvên Barwarî hatin hinardekirin, piştre petata, birinc, simaq, hingiv û hinar hatin hinardekirin.

Got jî: “Îsal nêzîkî 6 hezar ton petate ji bo welatên Kendavê û Sûriyeyê hatiye hinardekirin, ji ber ku 500 hezar ton hebûn û 126 sarincên me hebûn, lewma jî em hêdî hêdî van berheman dixin bazarê.”

Derbarê samên ajeldariyê de, “Dihok bi ajeldariya xwe navdar e, nêzîkî 1.9 milyon serî ajelên me hene. Her wiha 6 projeyên me yên hêkên mirîşkan hene û berhema wan digihe 4 hezar karton hêk, ku ji hewcedariya me zêdetir e û dibe ku ji bo naverast û başûrê Iraqê werin şandin. Herwiha 330 projeyên me yên mirîşkan jî hene.