ENKS: Rêveberiya PYDê rewşa cotkaran û ewlehiya xwarinê dixe ber metirsiyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) biryara Rêveberiya Xweser a destnîşankirina nirxê yek kîlo genim bi 31 sintan şermezar dike û dibêje, ev yek dê ziyanên mezin bigihîne cotkaran û ewlehiya xwarinê li herêmê dixe metirsiyê.
Hevserokatiya Desteya Çandinî û avdanê ya Rêveberiya Xweser, duhî 26ê Gulanê biryar da kîloya genim bi 31 sentan ji cotkarên deverê bê kirîn. Di demekê de ku Rêveberiya Xweser sala borî nirxê kîloya genim 43 sent diyar kiribû.
Li ser vê biryarê ku duhî hejmarek ji welatiyan li navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê daketibûn kolanan û nerazîbûna xwe li ser vê nirxê kêm nîşan dabû, ENKS jî di daxuyaniyekê de ragihand, “ev nirxê nedadperwerane, stemkariyek ji aliyê rêveberiya PYDê ve hatiye ferzkirin ku berjewendiyên xelkê û şert û mercên wan ên trajîk û dijwar li ber çavan nagire, ew cotkaran neçar dike ku berhemên xwe bi bihayekî gelekî kêmtirî lêçûna hilberînê bifroşin.”
Herwiha ENKS dibêje: “Ev nirx di demekê de ye ku genim ketibû ber şert û mercên keşûhewayê yên dijwar ku bandoreke nerênî li berhemanînê kiriye, ev yek jî rewşa cotkar û gundiyan aloztir dike û ewlehiya xwarinê û barê jiyanê dixe ber metirsiyê.”
Amaje bi wê jî kir, “Ev biryar, cotkaran neçar dike ku zeviyên xwe berdin û koçber bibin, ji bo peydakirina derfetên baştir li cîhek din, ku ev yek jî metirsiyeke rastîn li ser pêşeroja çandiniyê li herêmê çêdike.”
Da zanîn jî: “Ev biryar bû sedema nerazîbûnan, ku li hin navçe û bajaran girav, xwepêşandan û rûniştin hatin lidarxistin û ev biryar hat şermezarkirin û welatiyan daxwaza lêvegerê di vê biryara neheq de kirin.”
Di daxuyaniyê de hat jî: “ENKS bang li dezgehên navdewletî yên pêwendîdar bi aramiyê li Sûriyeyê dike ku fişarê li rêveberiya PYDê bikin ku vê nirxê nerewa ji nû ve ber çavan re derbas bike û bihayekî dadperwerane ku li gorî lêçûnên berhemanînê be û garantiya qazanca cotkar û gundiyan bike, diyar bike.”