Pêşewa Hewramanî: Bi fermana Mesrûr Barzanî komîteyeke taybet bo navçeyên Kurdistanê hat pêkanîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ragihand, bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî komîteyeke taybet ji bo navçeyên Kurdistanî hat pêkanîn.

Hewarmanî îro 29ê Gulanê ji K24ê re ragihand, bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî komîteyeke taybet derbarê navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hat pêkanîn. Komîte jî ji hejmarek wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk tê.

Herwiha Hewramanî got, li ser asta Herêma Kurdistanê, aliyên Kurdistanî, Iraqî û erebî dê dest bi gotûbêjan bikin û herwiha li ser asta navxweyî û derve jî dê kar li ser vê mijarê bikin.

Diyar kir jî: “Armanca komîteyê, asayîkirina rewşê li van deveran, parastina mafên hemû pêkhateyan li van deveran, vegerandina aramiyê û cîbicîkirina madeya 140 ye.”

Pêştir jî Serokê Desteya Navçeyên Kurdistanî yên Dervey Îdareya Herêma Kurdistanê ji K24ê re ragehandibû, “Pirsgirêkên me yên derbarê cîbicîkirina madeya 140 cidî ne û pêwîst e em hewla çareserkirina wan bidin.”