Mesrûr Barzanî: Me hemî bizav kirine ku Bexda pirsa mûçeyan têkelî siyasetê neke

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Herêma Kurdistanê tevaya berpirsyarîtiyên xwe bi cih anîne û divê Îraq jî berpirsyarîtiyên xwe bi cih bîne”.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 30.05.2024) di çarçoveya konferanseke rojnamevanî de ragehand, “Heftiya bê li Bexdayê civîn li ser pirsa hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê tên kirin”.

Mesrûr Barzanî amaje jî da, “Herêma Kurdistanê tevaya berpirsyarîtiyên xwe bi cih anîne û divê Îraq jî berpirsyarîtiyên xwe bi cih bîne”.

Navbirî herwesa got, “Ew civînên ku me bi aliyên siyasî yên Îraqê re kirine hemî erênî bûn û ez hêvîdar im em bikarin nûçeyên xweş bigehînin welatiyên xwe”.

Serokwezîr Herêma Kurdistanê eşkere jî kir, “Ew berpirsên ku em pê re civiyane hemiyan piştevaniya xwe ji bo çarekirina arêşeyan diyar kiriye, herwesa mîkanîzmên baş ji bo çarekirina wan arêşeyan jî hatine danan ên ku hêşta mane”.

Mesrûr Barzanî tekez jî kir, “Me hemî bizav kirine ku Bexda pirsa mûçeyan têkelî siyasetê neke”.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 30.05.2024) li tora civakî Xê ragehand, “Ez îro li Bexdayê me, ji bo tekezîkirina li ser dabînkirina mafên gelê Kurdistanê û çareserkirina arêşeyan bi rêya diyalogê û li ser bingeha destûrê.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje jî da, “Divê tenahî û aboriyeke bihêz karê me yê paşiyê be.”