Heta niha 400 hezar mûçexuran xwe di pirojeya Hejmara Min de tomar kiriye
Navenda Nûçeyan (K24) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê amara nû ya tevlîbûyiyên pirojeya Hejmara Min radigehîne.
Li dû zanyarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, heta niha 400 hezar mûçexuran xwe di pirojeya Hejmara Min de tomar kiriye.
Amar amajeyê jî didin ku, niha 231 amûrên derxistina pereyî ATM li seranserî Herêma Kurdistanê berdest in û heta dawiya sala 2024ê hejmara wan dibe nêzî hezar amûran.
Heta niha şeş bank tevlî pirojeya Hejmara Min bûne ku ev in; RT, Cîhan, Bexda, BBAC (bankeke Libnanî ye), Banka Ehlî ya Îraqê, Banka Îslamî ya Îraqê û Banka Bazirganî ya Îraqê TBI.
Pirojeya Hejamra Min hejmareke xizmetkarî û feydeyan ji pişkdarên xwe dabîn dike, yên herî giring jî evin; xizmetkariya darayî, padaşta hevpariyê, şiyana derxistina pereyî ji tevaya amûran û karpêkirina li seranserî cîhanê û ewlehiyeke darayî ya baştir.
Ji aliyê Banka Navendî ya Îraqê ve itîraf bi pirojeya Hejamra Min hatiye kirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî tekez dike ku, pirojeya Hejmara Min tevaya şert û pêdivîtiyên Banka Navendî ya Îraqê bi cih anîne.