Şanoyeke Kurdî di Festîvala Şanoyê ya Urdinê de du xelat wergirtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Monodrama “Selme” beşdarî Festîvala Şanoya Navdewletî li Urdinê bû û du xelat wergirtin: Xelata baştirî numayiş û baştirîn lîstikvan.
Derhênerê şanoyê Nejad Necim ji K24ê re ragihand: “Piştî wergirtina xelata jûriyê li Festîvala Navdewletî ya Qertajê li Tûnisê, xweşbextane me vê carê di Festîvala Urdinê de du xelat bidest xistin.”
Nejad Necim got: “Monodrama ne li 15 welatên cîhanê hatiye nimayîşkirin. Ev xebateke hevbeş di navbera Kurdistan û Fransa de ye û naveroka berhemê behsa karesata Helebçe, jenosîd, karesata Enfalê û koçberiya girseyî ya Kurdan dike.”
Şanoya “Selme” berhema grûpa şano ya Heware ye, ji aliyê Dilşad Mistefa ve hatiye nivîsandin û derhênerê wê jî Nejad Necim e.