Berpirsekî PDK'ê: Bi guhertinên ku hatine kirin em ê beşdarî hilbijartinan bibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Liqê Çarem ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Silêmaniyê dibêje: “Bi wan guhertinên ku niha hatine kirin, partiya wî dê beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bibe.”

Berpirsê Liqê Çarem ê PDKê li Silêmaniyê Arî Hersîn di kongirekî rojnamevanî de ragehand, “Em her tim ji bo hilbijartinan amade bûn, lê li ser mekanîzmayên lidarxistina hilbijartinan hin têbîniyên me hebûn. Bi guhertinên ku niha hatine kirin, em ê beşdarî hilbijartinan bibin.”

Li gorî nivîseke Serokê Encûmena Komisyaran a Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê Omer Ehmed ku ji ofîsa Berpirsê Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî re hatiye şandin û copiyek jê ketiye destê K24ê, Komisyonê pêşniyar kiriye ku hilbijartinên xula şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê di 05-09-2024an de were lidarxistin

Li gor Arî Hersîn, pêşniyara Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê dê biçe pêş Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û “bi şêwirîna ligel aliyên siyasî ku bûye kevneşopiyek, dê roja nû ya hilbijartinên parlamentoyê diyar bike.”

Her çend e Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja 10ê Hezîrana 2024an ji bo hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê destnîşan kiribû, lê belê ji ber beşdarnebûna PDK û pêkhateyan, ji ber biryara Dadgeha Federal a ji bo betalkirina 11 kursiyên kutayê yên Parlamentoya Kurdistanê û “destêwerdana derve û amadekirina dîzayneke pêwext a hilbijartinê”, hilbijartin careke din hat pêşxistin.

Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê roja 21ê Gulanê biryar da ku ji 100 kursiyên Parlamentoya Herêma Kurdistanê, 5 kursiyên Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji bo pêkhateyan bên veqetandin, anku dê 95 kursiyên giştî hebin, pêncên din dê ji bo pêkhateyan bêne veqetandin.

Fly Erbil Advertisment