Mesrûr Barzanî: Paşeroja welatê me bi bizava nifşên me yên paşerojê ve girêdayî ye
Mesrûr Barzanî: Jîriya çêkirî gelek hevrikiyan çê dike, divê em xwe jê re amade bikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Êvara îro (Yekşem, 02.06.2024) bi berhevbûna Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Damezrîner û Serokê Borda Sikirtêrên Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê û Serokê Civata Nûnerên Îraqê bi wekalet Muhsin Mendelawî, ahenga serkeftinê ya xwendekarên Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê hat kirin.
Damezrîner û Serokê Borda Sikirtêrên Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya wê ahengê de gotarek pêşkêş kir.
Mesrûr Barzanî li destpêkê bixêrhatina kesatiyên siyasî yên Îraq û Herêma Kurdistanê û kesatiyên zanistî yên Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê û hemî mêvanan û xwendekarên serkeftî yên sala 2024ê kir û dilxweşiya xwe diyar kir ku bi wan re tevlî ahenga serkeftiyên gereke din a xwendekaran bû û pîrozbahî li serkeftiyan kir û hêvî xwastin ku di hemî qonaxên jiyana xwe de serkeftî bin.
Navbirî di çarçoveya gotara xwe de got, “Ez gelek dilxweş im ku ev dibe sala dehê ya damezrandina Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê.” Herwesa spasî û rêzên xwe pêşkêşî Serokê Herêma Kurdistanê û tevaya wan aliyan kirin ên ku di deh salên borî piştevaniyeke bêhempa pêşkêşî Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di pareke gotara xwe de pesnê Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê di warê zanistî û girêdana gelê Kurdistanê bi cîhanê re û hevahengiya navxwe de kir û got, “Em ne tenê dixwazin hûn serkeftî bin belkî em dixwazin hûn bibin baştirîn kes ku bikarin rol di jiyarxweşiya me di paşerojê de hebe.”
Mesrûr Barzanî amaje jî da, “Min wekî Damezrîner û Serokê Borda Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê pêşbînî kir ku ev zanîngeh ji bo pêşkeftina me ya civakî û aborî bibe berê binyatî, bi awayekî berfirehtir bibe dilê civaka Dihokê û Kurdistanê.” Herwesa got, “Ez dilxweş im ku me armanca xwe hingaftiye. Serkeftiyên vê zanîngehê dînemoya hikûmeta me ne û li deverên hestyar ên navxwe û derve de pêş dikevin. Di dirêjiya bizavên me ji bo yekxistina abora me bi sûkên cîhanî û herêmî re, em hejmareke zêde ya serkeftiyên Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê ku kesatî û pêgeha xwe çê dikin.”
Navbirî eşkere jî kir, “Xwandekarên serkeftî pareke venebirî ya bizavên me ne ji bo avakirina abor û darayiyeke nû. Me li kertê çandinê derfetên karî ji we re hene, em ji wê derê rêyê ber bi xweberdewamkirin û xwejiyandin û hinardekirinê xweş dikin. Pêdivîtiya me di warê birêvebirina çavkaniyên xwezayî, darayî û diplomasî bi şarezahiyê heye, herwesa di wan waran de ên ku girêdayî wê yekê ne ka em çawa bikarin rûbirûyî guhertinên bilez ên seqayî bibin.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ron jî kir, “Ez navendên me yên akademî li Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê û her cihekî din pal didim ku zêdetir bizavê ji bo berhevkirina serkeftiyên me ji bo sûkê û hêza karî bikin. Divê em kar bikin ji bo ku em xwe bi daxwazî û derfetên nû di hêza karî de biguncînin.”
Mesrûr Barzanî behs jî kir, “Bernameyên pêşxistinê û korsên fêrkirinê girêdayî pêdivîtiyên me ne, wekî aborê nû, xwandin û perwerde, çandin û cîhana balkêş a jîriya çêkirî, ev war gelek giring in.” Herwesa li ser gotinên xwe zêde kir, “Pêdivî ye bernameyên xwandinê rengvedana daxwaziyên cîhanê bin.”
Navbirî di berdewamiya gotara xwe de got, “Ez xwendekarên serkeftî pal didim ku alîkariya endamên malbatên xwe bikin û li gel vê cîhanê nû biste bikin. Ez Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê jî pal didim ku wan bernameyan li ber çav werbigirin, ji bo her kesekê bixwaze zêdetir bizane. Ew aborê nû yê em dadinin pêdivîtî bi awayekî cuda yê tevlîbûna welatiyên me heye, ez daxwazê dikim ku piştevaniya hemî Kurdistaniyan û xasma yên biemir bê kirin ku xwe bi teknolojiya nû re biguncînin.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez jî kir, “Em pabend in ku derfetê ji bo hemiyan peyda bikin, bê ku guhê xwe bidin pêşîne û paşxaneyan.”
Mesrûr Barzanî li dawiyê xwendekar pal dan ku pêş ve biçin û derfetan peyda bikin û xwe kêm nebînin û alîkariya wan di rêberatîkirina bizavan de ji bo guhertinan di warên giring û careke din pîrozbahî li xwendekaran kir.