Li Wanê 29 kes ji ber sûcên cuda cuda hatin girtin

Girtin
Girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên ewlehiyê yên Wanê ji hesabê xwe yê “X” xebatên xwe yên 5 rojan parve kir. Hat ragihandin ku nava 5 rojan de, ji bo 10 kesên tê îddakirin endamên rêxistinên neyasayî ne, pêvajoya hiqûqî dane destpêkirin.

Asayîşa Wanê ji hesabê xwe yê Xê ragihand ku navbera 27ê Gulanê û 2ê Hezîranê de di çarçoveya operasyonên li Wanê hatîn li darxistin de, 2 jê bi gumana endamtiya PKKê, 8 jî bi gumana endamtiya rêxistina FETOyê bi tevahî, ji bo 10 kesan pêvajoya hiqûqî dane destpêkirin.

Her wiha da zanîn, 364 kesên ku hêzên ewlekariyê li wan digeriyan hatine girtin, 29 kesên ku sizayê girtîgehê li wan hatiye birrîn jî hatine girtin û her wiha çek, wesaît û 250 kîlo masiyên ku girtina wan qedexe ye jî hatine girtin. Her wiha 51 kîlo madeye hişbir jî hatiye girtin û kesek jî di vê çarçoveyê de hatiye binçavkirin.