Şiwan Kelarî: Hêzên ewlehiyê dê berî cejnê du mûçeyan werbigirin

Şiwan Kelarî
Şiwan Kelarî

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamekî Civata Nûnerên Îraqê amajeyê dide, “Bi bizavên Serokwezîr Mesrûr Barzanî, mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê di xişteyên budceya giştî ya Îraqê de hatin gerentîkirin û derveyî xerciya rastîn e û Hikûmeta Îraqê hatiye pabendkirin ku her meh ji bo Herêma Kurdistanê bişîne.”

Endamê Civata Nûnerên Îraqê Şiwan Kelarî îro (Duşem, 03.06.2024) taybet ji K24ê re got, “Bi bizavên Serokwezîr Mesrûr Barzanî û lihevkirina wî bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re, mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê hatin gerentîkirin û her meh dê bi mûçexuran bên dan.”

Şiwan Kelarî amaje jî da, “11 tirilyon û 600 milyar dînar ji bo mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê hatine terxankriin.”

Navbirî eşkere jî kir, “Hêzên ewlehiyê dê berî cejnê du mûçeyan werbigirin; mûçeyek ê meha Nîsanê ye û van rojan dê bigehe, mûçeya meha Gulanê jî dê bi tevaya mûçexurên Herêma Kurdistanê re werbigirin.”

Civata Nûnerên Îraqê vê êvarê (Duşem, 03.06.2024) deng li ser xişteyên A/B/C/D/H/W yên qanûna budceya giştî ya federalî ji bo sala 2024ê da.

Rûniştina îro ya Civata Nûnerên Îraqê bi berhevbûna 199 endaman hat kirin ku deng li ser xişteyên A/B/C/D/H/W hat dan.

Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê jî xişteyên A/B/C/D/H/W yên qanûna budceya giştî belav kirin, ku xişteyê A girêdayî dahatî ye wekî ku ji bo sala 2024ê hatiye danan. Xişteyê B girêdayî xerciyan e li dû wezaretan. Xişteyê C girêdayî hêza karî ya wan wezaret û dezgehan e yên ku bi awayê navendîtiyê tên peredarkirin. Xişteyê D girêdayî xerciyên hakîme ye. Xişteyê H hejmarên serekî (pişk) vegirtine. Xişteyê W jî girêdayî xerciyan e li dû kertan û çalakiyan.

Pişka Herêma Kurdistanê di edilandina budceya sala 2024ê de 20 tirilyon û 900 milyar dînar in, nêzî 12 tirilyon dînaran ji bo mûçeyên fermanberan hatine terxankirin û nêzî heşt tirilyon dînaran jî budceya weberhênan û xerciyên din in, ku tê pêşbînîkirin bi pejirandin û xerckirina wan pêşkeftina aborî li Herêma Kurdistanê zêdetir dibe.

Fly Erbil Advertisment