Qeptanekî Diyarbekirî jiyana 37 koçberan li deryaya Egeyê rizgar kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Hat ragihandin ku belema 37 koçber tê de bûn di Deryaya Egeyê de ji ber ku matora wê têk çûbû ketibû ber pêlên deryayê û diçû ku rastî Qeptanekî Diyarbekirî hatiye û Qeptanê Diyarbekirê jiyana wan koçberan rizgar kiriye.
Di 2ê Hezîranê de belemek a koçberan ji ber ku matora wê têk çûbû ketibû ber pêlên Deryaya Egeyê û bê rêgeh diçû. Di wê demê de jî belema ku 37 koçberên Misrî, Bangladeşî, Pakîstanî, Libyayî, Somalîyî tê de bûn rastî keştiyekê tê ku qeptanê wê keştiyê jî kesek Diyarbekirî ye. Qeptanê keştiyê yê bi navê Seyfettîn Ozel dide zanîn ku wan belem 60 mîl li başûrê Girava Gîrîtê dîtine û demildest alîkariya koçberan kirine û ew anîne nava keştiyê.
Qeptanê Diyarbekirî amaje kir ku rewşa wan koçberan gelek metirsîdar bû ku 2 ji wan ketibun deryayê û winda bibûn, 3 ji wan birîndar bûn, 1 ji wan ne li ser hişê xwe bû, ava wan nemabû û hêdî hêdî ji ser hişê xwe diçun.
Seyfettîn Ozel anî zimên piştî ku koçber anîn nava hola keştiyê birînên wan hatin dermankirin û av dan wan ku bi vê yekê koçber nava 3 demjimêran de bi ser xwe ve hatin.
Qeptanê Diyarbekirî da zanîn, ew bi Navenda Koordînasyonê ya Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Radyo Olîmpîa ya Yewnanîstanê re ketine têkiliyê û li benderek a Başurê Gîrîtê koçber radestî hêzên ewlekariya deryayî kirine.
Seyfettîn Ozel anî zimên ku ew keyfxweş û serbilind e ku kariye jiyana wan koçberan rizgar bike.