Fermandarê hêzên Îtalyayê li Kurdistanê: Ez her hewlekê ji bo rûbirûbûna gefan didim

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandeyê nû yê hêzên Îtalyayê li Herêma Kurdistanê di merasima destbikarbûna hêzên Îtalyayê de got, ewê hemû hewlên xwe bidin bo rûbirûbûna metirsiyan û pêkanîna armancên xwe yên hevbeş.

Li baregeha Fermandariya Hêzên Îtalyayê li Hewlêrê, bi amadebûna berpisên Wezareta Pêşmerge, merasîma pevguhartina erkê Fermandarê Hêzên Îtalyayê birêve çû û Kolonel Ciro Forti cihê Kolonel Francesco Antonio Serafini girt.

Fermandarê berê yê hêzên Îtalyayê Kolonel Francisco Antonio di gotarekê de, ji bo karên hevbeş spasiya Pêşmerge û endamên hêzên Hevpeymanan kir.

Kolonel Francisco tekez kir, ev hemû destkeft bi karê fedakarî û pisporî ya yekîneyên serbazî yên welatên hevpeymanan hatin bidestxistin.

Herwaha got: “Ez şanaziyê bi wê yekê dikim ku min li gel Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê kar kiriye û kêfxweş im ku me bi hemahengî û hevkarî li gel hevpeymanan bo birêxistinkirina Hêza Pêşmerge kar kiriye.”

Fermandarê nû yê hêzên Îtalî li Herêma Kurdistanê Kolonel Ciro Forti jî got: “Ji bo min şanaziyeke mezin e ku îro fermandariya hêzên Îtalyayê li Kurdistanê dikim.”

Tekez kir jî: “Ez ê hemû hewlên xwe ji bo peydakirina şiyanan û bilindkirina karînên hêzên hevbeş didim, ji bo rûbirûbûna gefan û pêkanîna armancên me yên hevbeş.”