Hilbijartinên Şaredariyan yên Rêveberiya Xweser
Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e Rêveberiya Xweser roja 11ê Hezîrana 2024an Hilbijartinên Şaredariyan li herêmên Rojavayê Kurdistanê û Rêveberiya Xweser bike.
Hilbijartin dê li herêmên Cezîre, Dêrezor, Reqa, Firat, Tebqa, Minbic, Efrîn û Şehbayê bên kirin.
Di van hilbijartinan de, 5336 namzed hevrikiyê ji bo bidestxistina 121 şaredariyan dikin. Ji bo dengdanê 2123 sindûq li 1802 navendan dê bên danîn û mafê dengdanê ji dora 3 milyon dengderan re heye.
PYD ligel 18 Partiyan, Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd (Yekîtî), Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê, Tevgera Nûbûna Kurdistanî, Partiya Biratî ya Kurdistanî û Keska Demokrat beşdarî hilbijartinan dibin.
Herwiha ENKS û partiyên di nava wê de û Partiya Pêşverû ya Demokrat a Kurd (Pêşverû) jî hilbijartin baykot kirine.