Li Diyarbekirê, qurbaniyên êrişa 5ê Heziranê hatin bibîranîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Li qada Stasyonê ya Diyarbekirê, qurbaniyên êrişa DAIŞê yên 5ê Hezirana 2015 hatin bibîranîn.
Bi sedan endam û rêveberên DEM Partî û welatiyên Diyarbekirê, bi armanca bibîranîna qurbaniyên êrîşa DAIŞ ya Diyarbekirê bi çirayan meşiyan.
Çekdarên DAIŞ roja 5ê Hezîrana 2015an bombe di mîtînga HDPê de teqandin û di encamê de pênc kesan canê xwe jidest dan, 400 kes jî birîndar bibûn.
Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek da xuyakirin, êrişên DAIŞ bi zenebûn nehatine astengkirin.