Bankekî nû beşdarî projeya “Hejmara Min” dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Banka Geşepêdana ya Navdewletî (IDB) dibe banka heştemîn ku beşdarî projeya “Hejmara Min" dibe.

Tîmê Hejmara Min îro 6ê Hezîranê di daxuyaniyekê de got, Banka Geşepêdana ya Navdewletî (IDB) bû banka heştemîn ku beşdarî projeyê dibe.

Diyar kir jî: “Niha di dema tomarkirinê de, hûn dikarin banka xwe ya bijare ji nav heşt bankên ku beşdarî projeyê bûne hilbijêrin û bankên din jî dê di demek nêzîk de beşdar bibin.”

Li gorî zanyarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, heta niha 400 hezar fermanberan, navên xwe di pirojeya Hejmara Min de tomar kirine.

Amar amajeyê jî didin, niha 231 amûrên derxistina pereyî ATM li seranserî Herêma Kurdistanê berdest in û heta dawiya sala 2024ê hejmara wan dibe nêzî hezar amûran.

Pirojeya Hejamra Min hejmareke xizmetkarî û feydeyan ji pişkdarên xwe re dabîn dike, yên herî giring jî evin; xizmetkariya darayî, padaşta hevpariyê, şiyana derxistina pereyî ji tevaya amûran û karpêkirina li seranserî cîhanê û ewlehiyeke darayî ya baştir.

Ji aliyê Banka Navendî ya Îraqê ve danpêdan bi pirojeya Hejamra Min hatiye kirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî tekez dike, pirojeya Hejmara Min tevaya şert û pêdivîtiyên Banka Navendî ya Îraqê bi cih anîne.