Pîr Deyan Cehfer: Hikûmeta Îraqê serederiyeke siyasî bi doza awareyan re dike

Pîr Deyan Cehfer
Pîr Deyan Cehfer

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberê Birêveberiya Koç û Koçberan a Dihokê amajeyê dide, “Hemî awareyên Şingalê, yên li nav kempan û yên li derveyê kempan, pêdivîtî bi alîkariyeke zêdetir heye.”

Birêveberê Birêveberiya Koç û Koçberan a Dihokê Pîr Deyan Cehfer îro (În, 07.06.2024) taybet ji K24ê re got, “Hikûmeta Îraqê wekî welatî serederî bi awareyên Şingalê û xasma yên ku li kempan dijîn nekiriye.”

Pîr Deyan Cehfer amaje jî da, “Hikûmeta Îraqê doza awareyan wekî dozeke siyasî dibîne û bi wî awayî serederiyê pê re dike.”

Navbirî herwesa ragehand, “Hemî awareyên Şingalê, yên li nav kempan û yên li derveyê kempan, pêdivîtî bi alîkariyeke gelek zêdetir ji çar milyon dînaran heye, ku Hikûmeta Îraqê biryar daye wî pereyî bi merema vegerandina wan bi wan bide.”

Birêveberê Birêveberiya Koç û Koçberan a Dihokê tekez jî kir, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi xwe li ser xizmetkirina awareyan û venegerandina wan bi zorî rijd in.”