Şanda Hikûmeta Herêmê û kompaniyên petrolê li Bexdayê bi Wezareta Petrolê ya Iraqê re civiyan
Navenda Nûçeyan (K24) – Endamekî şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompaniyên petrolê îro li Bexdayê li gel şandeke Wezareta Petrola Iraqê civiyan.
Endamê şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê Omêd Sebah li ser rûpela xwe ya “facebook” ragihand, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompaniyên petrolê ligel Wezîrê Petrola Iraqê Hayyan Ebdulxenî û berpirsên Wezareta Petrola Iraqê civiyan.
Di civînê de, mijarên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê, Wezareta Samanên Sirûştî û Wezareta Petrolê ya Iraqê, xerckirina şîrketên petrolê, mijara pêvajoya hinardekirina petrolê û lêçûna kompanyayên petrolê, hatin gotûbêjkirin.
Duhî roja 8ê Hezîranê li ser vexwandina Wezareta Petrolê ya Iraqê, şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompaniyên petrolê gihîşt Bexdayê.
Ji aliyê xwe ve Omîd Sebah ragihand, armanca serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompaniyên petrolê bo Bexdayê, civîna ligel Wezareta Petrola Iraqê, berdewamkirina gotûbêjên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de û danîna mîkanîzmeya çareseriyê bo proseya hinardekirina petrola Herêmê ye.