Mîran Husên: Bandora DAIŞê li Iraq û navçeyê berdewam e
Navenda Nûçeyan (K24) – Mamostayekî zanîngehê dibêje, derketina DAIŞê, bûyereke tirsnak bû di dîroka Iraqê de û bandora DAIŞê wê hîn berdewam e.
Mamostayê Zanistên Siyasî li Zanîngeha Silêmaniyê Mîran Husên îro 9ê Hezîranê ji K24ê re ragihand, derketina rêxistina terorîst a DAIŞê ne tenê di dîroka Iraqê de, belkû li tevahiya navçeyê bûyereke tirsnak bû.
B gotina wî mamosteyê zanîngehê, “vê rêxistinê karî di demeke kin de çend deverên mezin li Iraq û Sûriyeyê kontrol bike, lewra bandor û mîrateya wê hîn jî xuya ye.”
Mîran Husên diyar kir jî: “Sedema derketina DAIŞê li van deveran, pêwendiya wê bi alozbûna rewşa wan deveran heye, bi taybet li navçeyên Sunneyan, niha jî ev rewş û bêhêvîbûn berdewam e.”
Herwiha got: “Derketina DAIŞ'ê, piştî mangirt û danîna konan li navçeyên Sunnî bû ku hikûmeta Iraqê bi tundî bersiva daxwazên Erebên Sunî dabû, ev jî bû sedema avabûn û ragihandina DAIŞ'ê.”