Dogan Hatun: Şaredarî ji aliyê vîna gel ve tê birêvebirin

Diyarbekir (K24) – Ji ber ku ji aliyê Rojnameyekê ve hatibû ragihandin ku Qendîlê bo Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê qeyum daniye, ji Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir ve hat ragihandin ku ew dengo bêbingeh in û derbarê rojnameyê de jî serîlêdan hat kirin ku doz were vekirin.

Rojnameyek Tirkiyeyê dengoyek belav kir  û got ji aliyê qendîlê ve qeyum bo Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir hatiye danîn ku hevserok jî di biryarên  xwe de li gorî qeyumê ji aliyê qendîlê ve hatî destnîşankirin  tevdigerin. Derbarê dengoyan de bi beşdariya Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir û Hevserokên şaredariyên navçeyên deste dempartî de civînek çapemeniyê hat li darxistin û hat amajekirin ku Şaredariya Bajarê Mezin bi îradeya gel tê rêvebirin û eger şikek hebe jî ew ji bo lêkolînê her dem vekirîne.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Dogan Hatun got: “Ji bo ku derbarê rojnameger û rojnameyê de doz were vekirin me serî li serdozgeriya komarî ya Diyarbekir daye. Hemu hevkarên me bêtawan in, bi  salan e li şaredariyê kar dikin, dixwazin şaredariyê û tawanan cem hev nîşan bidin. Emê şaredariyên xwe û hevalên xwe biparêzin.”

Nûnerên şaredariyan jî derbarê dengoyên bo şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir de  hatîn belavkirin de balê dikêşin ku divê bingeha wan dengoyan were aşkerekirin û bang hate kirin ku divê ew xeletî were sererastkirin.

Serokê Yekîtiya Şaredarıyên Rojhilatê Başûr Siraç Çelîk ji K24ê re got: “Tiştên ku tên gotin ne rast in. Bila pêşî werin lêkolînê bikin, eger tiştek wisa hebe bila binivîsin, lê bêbingeh in, divê derbarê wan kesan de lêpirsîn vebe, doz vebe.”

Rayedarên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir dibêjin kesên serdema qeyum de sud ji derfetên darayî yên şaredariyê werdigirtini bi dengoyên bêbingeh dixwazin rê li danîna qeyum bidin vekirin da ku dîsa derfetên darayî bi kar bînin.