Serokwezîr Mesrûr Barzanî û General Joel Vaul tekezî li ser yekxistina hêzên Pêşmerge dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyeyê tekezî li ser berdewamiya piştevaniya xwe bo çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û yekxistina hêzên Pêşmerge kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 12ê Hezîranê pêşwazî li Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyeyê General Joel Vaul û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de, pêşhatên dawî yên li Herêma Kurdistanê, Iraq û Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin û her du aliyan tekezî li ser berdewamiya piştevaniya ji bo çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û yekxistina hêzên Pêşmerge kirin.
Girîngiya parastina ewlehî û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê, bihêzkirina hevahengî û hevkariya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li gel hêzên hevpeymanan bo rûbirûbûna metirsiyên terorîstên DAIŞê û terorê bi giştî, mijarê din ên hevdîtinê bûn.