Serok Barzanî pêşwazî li şandeke Fraksiyona Mubadere kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî pêşwazî LI şandeke Frakisyona Mubadere kir û rewşa siyasî ya Iraqê û astengiyên li pêşiya aramiya Iraqê gotûbêj kirin.
Baregeha Barzanî belav kir, Serok Mesûd Barzanî îro 12ê Hezîranê pêşwazî li şandeke Fraksiyona Mubadere bi serokatiya Ziyad Cenebî kir.
Di hevdîtinê de, li ser rewşa siyasî ya Iraqê û astengiyên li pêşiya aramiya Iraqê danûstandina bîr û ramanan hate kirin û tekezî li ser hevahengî û karê hevbeş di navbera aliyan hate kirin.