Parêzgarê Hewlêrê: Ziyanên şewata parzûngeheke petrolê 8 milyon dolar derbas kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw ragihand, li gor raporta Berevaniya Şaristanî, dibe ku di çend demjimêrên bê de agirê parzûna petrolê were kontrolkirin. Got jî: Li gorî texmînan, ziyana şewatê nêzî 8 milyon dolar e.”

Duhî demjimêr 20:30ê êvarê agir bi parzûneke mezin a petrolê ya li ser rêya Hewlêr-Giwêrê ket û heta niha hewla kontrola agir ji aliyê tîmên Berevaniya Şaristanî tê dayîn.

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw derbarê wî agirî de ji rojnamevanan re ragihand, li gorî lêkolîna Berevaniya Şaristanî agir bi depoyeke parzûngehê ketiye ku 5 hezar ton florîn û neft tê de bû.

Omîd Xoşnaw da zanîn, ji ber agir ti kesî canê xwe jidest nedaye, tenê 3 karmendên wê parzûngehê di beşek laşê de şewitîne û li nexweşxaneyê tên dermankirin. Herwiha 10 karmendên din ên Berevaniya Şaristanî jî ji ber gazê tûşî bihntengiyê bûne.

Herwiha diyar kir, 4 wesayitên Berevaniya Şaristanî û çend kamyonên parzûngehê jî ziyan dîtine ku bi giştî ziyan bi nêzîkî 8 milyon dolar tê texmînkirin.

Amaje bi wê jî kir, destpêkê agir bi depoyekê ketibû û piştre gihîş depoyeke din, niha tîmên Berevaniya Şaristanî, şaredariyê û Rêveberiya Jîngeh û Xizmetguzariya Hewlêrê, hewla kontrola agir tê dayîn.

Parêzgarê Hewlêrê got jî: Agir heta niha jî berdewam e û eger hemû tîman bi cidî kar nekirana, dê rewş ji dest derketiba. Em hêvî dikin ku di çend demjimêrên pêş de agir bê kontrolkirin.