Nêçîrvan Barzanî: Îran cîraneke giring a Herêma Kurdistanê ye

Nêçîrvan Barzanî û Elî Baqirî Kenî
Nêçîrvan Barzanî û Elî Baqirî Kenî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê li Hewlêrê bi Serperiştê Wezareta Derve ya Îranê re dicive.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (În, 14.06.2024) li Hewlêrê bi Serperiştê Wezareta Derve ya Îranê Elî Baqirî Kenî re civiya.

Li dû ragehandina Serokatiya Herêma Kurdistanê, her du aliyan di wê civînê de giringiya peywendiyên Îranê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re li ser bingeha cîrantiya baş û berjewendiyên hevpar tekez kir, herwesa daxwaza dualî ji bo pêşxistina wan peywendiyan xasma di warê aborî û bazirganî de diyar kir.

Wekî ku di wê ragehandinê de hatiye, Elî Baqirî jî rêz û spasiyên Komara Îslamî ya Îranê ji bo Herêma Kurdistanê tekez kirin ku, hêsankariyan pêşkêşî serdankerên Îranê dike dema ku di deriyên sinorî yên Herêma Kurdistanê re serdana mezar û cihên pîroz ên dînî li başûrê Îraqê dikin.

Nêçîrvan Barzanî jî spasiya alîkarî û piştgiriya Îranê ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê kir û tekez jî li ser hebûna peywendiyên baş ên navbera wan kir, herwesa Îran wekî welat û cîraneke giring wesifand û di vî warî de amaje da peywendiyên dêrîn.

Rewşa deverê bi awayekî giştî û çend pirsên ku ji bo her du aliyan giring in mijarên tewerekî din ê wê civînê bûn ku hejmareke berpirsên Herêma Kurdistanê jî tê de berhev bûbûn.