Peyamnêra K24: Heta niha termê 35 koçberên keştiya binavbûyî hatine dîtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeya K24ê bo Îtalyayê ragihand, piştî ku termên çend koçberên din li peravên Îtalya hatin dîtin, hejmara termên koçberên keştiya binavbûyî gihîşt 35 kesan.

Şandeya K24ê ku ji destpêka belavbûna nûçeya binavbûna keştiya koçberan li nêzîkî peravên Îtalyayê, gihişte wî welatî û ragihand: Çend termên din ên koçberan hatin dîtin.

Pêştir şandeya K24ê bo Îtaliya ragehandibû, termên hijmareke koçberên din jî hatine dîtin, lê nasnameya wan qurbaniyan ne diyar e û nasnameya wan dê bi rêya testa DNA bên naskirin.

Li gorî kesên rizgarbûyî ji şandeya K24ê re gotine, hejmara rêwiyên wê keştiyê, 76 kes bûne û 11 kes jî rizgar bûne ku 7 ji wan Kurd in.

Medyaya Îtalî ragihand, roja 17.06.2024an keştiyeke koçberan li nêzîkî peravêb Îtalyayê de binav bû û bi dehan koçber ku beşek ji wan Kurd in, winda ne.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewremanî ragihand, ji bo vegerandina termên qurbaniyan, li ser erkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê hemû tedbîrên pêwîst dê bên standin û ev yek jî dê çend rojan bidome, heta ku dosyeyên wan li dadgeha Îtalyayê bên yekalîkirin.