Li Rojavayê Kurdistanê hişyarî derbarê avdana zeviyan bi ava qirêj tên dayîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Rojavayê Kurdistanê avdana Keskatiyê bi ava nepaqij pir bûye û xelk ji ber erzaniya wê dikirin. Bijîşk hişyariyê didin ku avdana bi vî rengî, nexweşiyên veguhêz belav dike û bandorê li tenduristiya mirovan dike.
Li Rojavayê Kurdistanê avdana Keskatiyê bi ava nepaqij bandoreke neyînî li ser tenduristiya xelkê herêmê kiriye. Firoşkarên Keskatiyê jî gazinan dikin ku ji bilî belavbûna nexweşiyan ji ber avdana bi ava ne paqij, bandoreke neyînî li ser berhemên wan kiriye, ji ber ku avdana bi ava qirêj erzantir e û ji ber rewşa dijwar a aboriyê, xelk neçar in ku bikirin.
Firoşkarê keskatiyê Şemsedîn Bavê Alan dibêje: “Kestî, hin ji wan ji derdora bajar tê ku hin bi ava paqij têne avdan û hin jî bi ava ne paqil, herwiha hin keskatî jî ji deverên wek Minbic û Reqayê tên ku em nizanin ew bi çi avê hatine avdan. Keskatiya ku bi ava ne paqij tê avdan, ji ber ku nirxê wê kêm e, zû tê firotan.”
Welatî Mihemed Bavê Loran dibêje: “Keskatî bi awayekî rojane ji me re gerek e. Ji ber hejariyê em neçar in yên erzan bikirin, lê em û zarokên xwe pê nexweş dikevin. Divê çavdêrî li bazaran û pakiya keskatî û meyweyan bê kirin.”
Ji ber kêmbûna avê û berdewamiya qutbûna wê, ku bûye qeyrana herî mezin li herêmê, gelek cotkarên herêmê, zeviyên xwe bi çavkaniyên ava nepaqij av didin. Li gorî bijîşkan, ji aliyên pêwendîdar û tîmên tenduristiyê tê xwastin gavên cidî bavêjin ji bo parastina mirovan ji nexweşiyên veguhêz ên ku bi rêya keskatiyê belav dibin.
Bijîşk Feysel Esker dibêje: “Di derbarê pîsbûna Keskatiyê de, gelek çavkanî hene, ya sereke Cemê Ceqceq e ku bûye cihê avêtina çopê. Ya duyemîn jî, nebûna hişyariya tenduristiyê di nava gel de û kêmbûna avê ye. Bi giştî eger keskatî bi ava paqij neyê avdan û baş neyê şuştin, dê nexweşî belav dibin. Divê çavdêriya tendirustî li ser xwarinên ku li kolan û xwaringehan têne firotin, hebe.”