Kewser Mihemedî: Her rojê 90 jinên Îraqê bê mêr dimînin

Kewser Mihemedî
Kewser Mihemedî

Navenda Nûçeyan (K24) - Çalakvaneke sivîl amajeyê dide, “Gelek jinên bêmêr li Îraqê bi hêviya mûçeyên çavdêriya civakî ve ne, hin ji wan jî bi hêviya alîkariyên rêkxistinan ve ne, gelek ji wan jî penaya xwe dibin ber karên nedestûrî û karên neqanûnî jî dikin û herwesa gelek ji wan tûşî tundûtîjiyê û destdirêjiyên seksî jî dibin.”

Çalakvana Sivîl Kewser Mihemedî îro (Yekşem, 23.06.2024) ji K24ê re ragehand, “Rêjeya jinên bêmêr li Îraqê roj bi roj zêde dibe, her rojê 90 jin li Îraqê bê mêr dimînin.”

Wê çalakvana sivîl amaje jî da, “Îraq di rewşeke aborî ya gelek xirab de ye, xasma ku ew pilana ji nijên bêmêr re hatiye danan bi awayekî baş nayê bicihanîn û wekî pêdivî nîne, herwesa çavdêriya wan a civakî jî gelek xirab e.”

Kewser Mihemedîr ron jî kir, “Gelek jinên bêmêr li Îraqê bi hêviya mûçeyên çavdêriya civakî ve ne.”

Çalakvana navbirî eşkere jî kir, “Gelek ji wan jinên Îraqê yên ku bêmêr mane penaya xwe dibin ber karên nedestûrî û karên neqanûnî jî dikin, herwesa gelek ji wan tûşî tundûtîjiyê û destdirêjiyên seksî jî dibin.”

Ji ber xirabiya rewşa ewlehiyê û rûdana gelek şeran, Îraq yek ji wan welatan e yên ku herî zêde ew jin lê hene yên ku mêrên xwe ji dest dane.

Welatiyên Îraqê di çar dehsalên borî de şerê Îran û Îraqê, êrîşa Amerîkayê bo ser Îraqê, şerê DAIŞê û gelek şerên din dîtine, vê yekê jî wesa kiriye ku hejmara wan jinên ku mêrên xwe ji dest dane li dû nûtirîn amarê bigehe 878 hezar jinan, ku van jinan zêdetirî pênc milyon zarokên bêbav hene.