Muzîkjen Mistefa Nebo klîpa “Keçika Bi Naz” belav kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Muzîkjen û stranbêjê ji Rojavayê Kurdistanê Mistefa Nebo klîpeke nû ya bi navê “Keçika Bi Naz” li ser kanala xwe ya “YouTube”ê belav kir.
Strana “Keçika Bi Naz” ji peyv, awaz û dabeşkirina Mistefa Nebo ne û klîpa wê ji aliyê Silêman Evro ve hatiye derhênan.
Mistefa Nabo ji parêzgeha Hesekê ye, stranbêj û muzîkjen e û qanûn, gîtar û bilûrê dijene. Di dawiya sala 2015an de koçî Almanyayê kiriye û di gelek konser û şevbuhêrkên muzîkê de beşdarî kiriye.
Mistefa Nabo pêştir di dawiya sala 2009an de, albûmek bi navê “Awir” ya ji heşt stranan pêk tê, belav kiribû.