PWK piştgirîya xwe ji xebatên Grûba Wateyê re nîşan dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Partîya Welatparêzên Kurdistanê li Diyarbekirê seredana Grûba Wateyê kir û piştgirîya xwe jê re nîşan da.

Şandeke PWKê ku ji Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk, Cîhgirên Serokê Giştî yê PWKê Mehmet Can Azbay û Vahît Aba û endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PWKê Mîrza Akar pêk dihat, îro 24ê Hezîranê seredana civîna Grûba Wateyê li Diyarbekirê kir.

Li gorî daxuyaniyeke Buroya Ragehandinê ya PWKê, Grûba Wateyê, ev çend sal in ku di derbarê zaravayê kirdkî/ zazakî ya kurdî de xebateke berfireh dike.

Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk, ji bo vê pêşewazîyê spasîya Grûba Wateyê kir û di vê xebata wan a hêja û pîroz de, piştgirîya PWKyê anî zimên û serkeftin ji Grûba Wateyê re xwest.