Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevlî behiya Xudêjêrazî Sefîr Ehmed Xale dibe

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Hewlêrê tevlî behiya kesatiyê welatperwer ê navdar Xudêjêrazî Sefîr Ehmed Xale dibe.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî nîvroya îro (Duşem, 24.06.2024) li Hewlêrê tevlî behiya kesatiyê welatperwer ê navdar Xudêjêrazî Sefîr Ehmed Xale bû.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serexweşî li binemal û kesûkarên Xudêjêrazî kir û hevxemiya xwe ji wan re diyar kir û hêvî xwast ku Xudayê mezin canê wî bi behiştê şa bike.

Binemala Xudêjêrazî Sefîr Ehmed Xale spasî û rêzên xwe ji bo tevlîbûn û hevxemiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kirin.