Ronî Elî: Pêdivî bû lêkolîn li ser komkujiya Kobanê hatiban kirin

Ronî Elî
Ronî Elî

Navenda Nûçeyan (K24) - Neh sal bi ser komkujiya Kobanê re derbaz dibin ku zêdetirî 250 kesan tê de hatibûn kuştin. Nivîserek amajeyê dide ku, pêdivî bû lêkolîn li ser wê komkujiyê hatiban kirin.

Nivîser Ronî Elî şevêdî (Sêşem, 25.06.2024) tevlî geşta dawî nûçeyên seet 23:00 ên K24ê bû û got, “Dema ku Kobanê hat azadkirin, xelkê wê xwast vebigere ser warê xwe. Lê gava ew xelk vegeriya, Kobanê dîsa hat dagirkirin û komkujî tê de hat kirin û Kobanê bû qurbanî.”

Ronî Elî amaje jî da, “Ya ku cihê pirsyarê ye ev e; dema Kobanê hat azadkirin, ew hêza çekdar a ku erkê parastina wî bajarî li ser milên wê bû çima nekarî Kobanê biparêze, ku ew sedema wê komkujiyê bûn.”

Navbirî tekez jî kir, “Pêdivî bû lêkolîn li ser komkujiya Kobanê hatiban kirin.”

Piştî şerê 134 rojî yê Kobanê û di demekê de ku şadiya xelkî ji bo rizgarkirina wî bajarî berdewam bû, çekdarên DAIŞê komkujiyeke mezin li dijî Kurdên wê deverê kir, bi dehan kesên bêguneh kuştin.

Piştî azadkirina bajarê Kobanê li ser destê Pêşmergeyan bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî, li şeva 25.06.2024ê çekdarên DAIŞê êrîş kir ser bajarê Kobanê û zêdetirî 250 kesan kuştin, herwesa zêdetirî 270 kesan jî birîndar bûn ku jin û zarok û danemir jî di nav wan de bûn.

Heta niha jî nayê zanîn çekdarên DAIŞê wê şevê çawa çûn nav wî bajarî, di demekê de ku ew bajar ji aliyê YPGyê ve hatibû kontirolkirin.