Yekîtiya Ewropayê pêşwaziya diyarkirina jivanê nû yê hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dike

Alaya Yekîtiya Ewropayê
Alaya Yekîtiya Ewropayê

Navenda Nûçeyan (K24) - Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Îraqê radigehîne ku, pêşwaziya ragehandina Serokatiya Herêma Kurdistanê ji bo diyarkirina jivanê hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dike.

Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Îraqê Thomas Seiler îro (Çarşem, 26.06.2024) li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê peyamek nivîsî ku tê de gotiye, “Ez pêşwaziya diyarkirina 20ê Cotmeha îsal ji bo birêveçûna piroseya hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê dikim.”

Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Îraqê amaje jî daye, “Em ji nêz ve bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê û hemî aliyên çalak ên siyasî yên Kurdistanê û Neteweyên Yekgirtî re kar dikin ji bo ku hilbijartin bên kirin.”

Her di wê peyama Balyozê Yekîtiya Ewropayê de hatiye, “Serkeftina hilbijartinên Perlemana Kurdistanê careke din rewatiyeke demokrasî ji bo biryarên siyasî yên Herêma Kurdistanê vedigerîne.”

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab îro (Çarşem, 26.06.2024) di konferanseke rojnamevanî de ragehand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li dû benda duyê, ji madeya dehê, ji qanûna Serokatiya Herêma Kurdistanê, hejmar yek a 2005ê ya edilandî, biryar li ser derxistina fermana herêmî ya hejmar 222 a sala 2024ê da, ku diyarkirina roja 20.10.2024ê ye wekî jivanê birêveçûna hilbijartinên giştî ji bo gera şeşê ya Perlemana Kurdistana Îraqê.

Her li dû wê fermana Serokê Herêma Kurdistanê, tevaya aliyên peywendîdar bi bicihanîna karên pêdivî ji bo alîkarî û hevahengiyê bi Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Îraqê re ji bo bicihanîna vê fermanê pabend dibin.

Her îro Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî jî di derheqa destnîşankirina roja hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de ragehand, “Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê bi piraniya dengan pêşwaziya jivanê diyarkirî yê hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dike, ku ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve hatiye diyarkirin.”