Encûmena Wezîran baştirkirina berhemanîna elektrîkê û pirsên mûçe û proseya hecê gotûbêj kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê îro 26ê Hezîranê bi serpereştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîrê Qubad Talebanî civiya.

Di yekem xala civînê de, raportek li ser rewşa niha ya xizmetguzariya elektirîkê li Herêma Kurdistanê di werzê Havînê de û hewlên wezaretê ji bo baştirkirina xizmetguzariyên elektirîkê di vê werzê de ji aliyê Wezîrê Elektrîkê Kemal Mihemed Salih ve hat pêşkêşkirin.

Wezîrê Elektrîkê amaje bi pilan û bernameyên wezareta xwe ji bo zêdekirina rêjeya berhemanîna elektirîkê di kabîneya nehê de kir, ku ji encama çaksaziya di sektora elektirîkê de bû.

Wezîrê Elektrîkê behsa sedem û hokarên kêmbûna elektirîkê û zêdebûna daxwaza elektirîkê di werza Havînê de kir û amaje bi wê yekê kir ku di vê mehê de daxwaza elektrîkê 4800 MW e, lê berhemanîna elektrîkê 3989 MW bû. Di heman demê de, Wezîrê Elektrîkê sedemên kêmbûna elektirîkê diyar kirin, vegerand kêmbûna gaza xwezayî ya pêwîst ji bo karkirina yekeyên berhemanîna elektrîkê û zêdebûna daxwaza li ser elektirîkê.

Herwiha Wezîrê Elektirîkê Di dawiya raporta xwe de çendîn pêşniyar ji bo baştirkirina vê xizmetguzariyê pêşkêş kirin. Encûmena Wezîran jî pêşniyarên Wezareta Elektrîkê arasteyî wezaret û aliyên peywendîdar kir ku tedbîrên pêwîst bigirin.

Di mijareke din de, Encûmena Wezîran pêşnîyara Wezîrê Elektrîkê ya derbarê biryara berê ya Encûmena Wezîran a daşikandina bi rêjeya %20 ji fatûreyên komkirî yên elektirîkê pejirand û biryar da ku heta sala 31-7-2024an ev rêjeya daxistina berdewam bike.

Xala duyem jî taybet bû bi raporta Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî Pêştîwan Sadiq ya derbarê birêveçûna merasima hecê ya îsal û tedbîrên wezaretê di vê derbarê de. Herwiha babeta mirina hejmarek ji heciyên Herêma Kurdistanê.

Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî got: Hejmara heciyan 4685 kes bûn û wezaret bi rêya Rêveberiya Giştî ya Hecê û Serokê Ofîsa Hecê li parêzgehan û îdareyên xweser yên Herêmê, berpirsê ewlehî û çûnûhatina heciyan bo Erebistana Siûdiyê bûn. Herwiha Tîma Wezareta Tendirustiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel heciyan bûn ji bo parastina tenduristiya heciyan, tevî wê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkariya darayî ji bo heciyan terxan kiribû.

Encûmena Wezîran sersaxî ji malbatên heciyên canê xwe jidest dane kir û dilgiraniya xwe nîşan da û Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî rasparde bi hemahengiya wezaretê û aliyên peywendîdar re, lêkolînê li ser sedemên mirina heciyan bike û hemû tedbîran werbigire ku di salên bê de ev bûyerên diltezîn dubare nebin.

Di vê derbarê de, Wezîrê Tendirostî Saman Barzanî raportek derbarê rewşa tenduristî ya haciyên Herêmê o sala 2024an pêşkêş kir,  ew jî bi rêya dabînkirina tîmeke tendirustî ji pispor û karmendên tenduristiyê ku ligel haciyan bûn, ji bo pêşkêşkirina xizmetgozariyên tendirustî.

Di mijareke din a civînê de, guftûgo li ser mijarên girêdayî mûçeyê Herêma Kurdistanê û rêkar û mekanîzmayên cîbicîkirina erkên li hember hikûmeta federal hatin kirin. Di nav wan de, lîsteya mûçeyên mehane yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, proseya kontrolkirina hevbeş ya Dîwana Çavdêriya Darayî ya Federalî û Herêmê, bankîkirina mûçe, babeta terezûya pêdaçûna mehane ya yekgirtî ya hemû saziyan, pişka xezîneya federal ji dahata neneftî ya mehane ya Herêmê û babeta rêkxistina minheya Amerîka bo Pêşmerge.

Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab, û endamên şanda danûstandinan a Hikûmeta herêma Kurdistanê ya li gel hikûmeta federal, bi kurtî behsa pêşhatên dawî yên pirsên xwe kirin.

Encûmena Wezîran helwêsta xwe tekez kir ku ew dixwaze pirsgirêk û astengên li pêş dana mûçeyên Herêma Kurdistanê çareser bibin û hemû wezaret hatine erkdar kirin ku berdewam bin li ser şandina lîsteya mûçeyan û terezûya pêdaçûna mehane ya dahat, xercî û mîlaka Herêmê di dema xwe de û bi berdewam hêsankariyên pêwîst ji tîmê hevbeş a her du Dîwana Çavdêriya Darayî ya Federal û Herême re pêşkêş bikin, da ku erkên xwe yên kontrol û vekolînê bi cih bînin.

Di dawiyê de Encûmena Wezîran bi piraniya dengan pêşwazî fermana Herêmî ya diyarkirina roja 20/10/2024an ji bo lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê kir.

Fly Erbil Advertisment