Piroseya dengdanê ji bo hilbijartina Serokkomarê nû yê Îranê hat destpêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Piroseya dengdanê ji bo hilbijartina Serokkomarê nû yê Îranê li navxwe û derveya Îranê hat destpêkirin. Wezîrê Navxwe yê Îranê jî amajeyê dide ku, Îranî serokekî nû li cihê serokê xwe yê wexerkirî ji xwe re hildibijêrin.

Piroseya dengdanê ji bo hilbijartina Serokkomarê nû yê Îranê îro (În, 28.06.2024) li navxwe û derveya Îranê hat destpêkirin.

Wezîrê Navxwe yê Îranê Ehmed Wehîdî di vî warî de ji kanala tilevizyonê ya fermî ya hikûmeta welatê xwe re ragehand, “Îranî serokekî nû li cihê serokê xwe yê wexerkirî Îbrahîm Reîsî ji xwe re hildibijêrin”.

Nêzî 61 milyon mirovan mafê dengdanê di hilbijartinên Serokkomarê Îranê de heye. Berdevkê Navenda Hilbijartinan a Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Îslamî ragehandiye, “Li navxweya Îranê 24 hezar û 522 sindoqên dengdanê li navendên bajaran û 24 hezar û 118 sindoqên din jî li gundan hatine danan, ku li ser 43 hezar û 425 navendên cîgir ên wergirtina dengan hatine danan, li gel 15 hezar û 215 navendên gerok parve bûne.

Berpirsê Birêvebirina Hilbijartinên Pêşwext ên Serokatiya Komara Îranê li derveyê Welatî Elîreza Mehmûdî jî ragehand, “340 sindoq ji bo dengên welatiyên Îranî li derveyê welatî hatine terxankirin, ji wan jî 23 sindoq li şeş parêzgehên Îraqê û Herêma Kurdistanê tên danan.”

Li dû gotina Mihemed Îslamî, li derveyê Îranê li 100 welatan ev piroseya dengdanê bi rê ve diçe û 340 sindoq ji bo dengdanên derveyê welatî hatine danan, ji wan jî li 17 wîlayetên Amerîkayê 30 navendên dengdanê ji bo tevlîbûna Îraniyên Amerîkayê hene ku dikarin bi xelkê Îranê re dengê xwe bidin.”

Fly Erbil Advertisment