Dengdan bo hilbijartina Serokkomarê nû yê Îranê li Herêma Kurdistanê tên kirin

Bingeheke dengdanê ji bo hilbijartina Serokkomarê Îranê li Hewlêrê
Bingeheke dengdanê ji bo hilbijartina Serokkomarê Îranê li Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) - Piroseya dengdanê ji bo hilbijartina Serokkomarê nû yê Îranê li navxwe û derveya Îranê hat destpêkirin, ew pirose li Herêma Kurdistanê jî bi rê ve diçe û bingehên dengdanê ji bo dengderên Îranê hatine vekirin.

Piroseya dengdanê ji bo hilbijartina Serokkomarê nû yê Îranê îro (În, 28.06.2024) li navxwe û derveya Îranê hat destpêkirin. Peyamnêrê K24ê li Hewlêrê Hoşmend Sadiq di vî warî de amaje da, “Bingehên dengdanê li Herêma Kurdistanê hatine vekirin ji bo ku dengderên Îranê tevlî wê piroseyê bibin.”

Hoşmend Sadiq herwesa got, “Hejmara dengderên Îranê li Herêma Kurdistanê nayê zanîn lê şertê tevlîbûna di wê piroseyê de ew e ku dengder welatiyê Îranê be û jiyê wî gehiştibe 18 saliyê û pasport an jî nasnameyeke fermî ya Îranê hebe.”

Navbirî eşkere jî kir, “Piraniya bingehên dengdanê li Hewlêrê gerok in, belkî tenê yek bingeha binecih li nav Konsulxaneya Îranê hatiye binecihkirin û ji seet 08:00 ê sibehê heta seet 08:00 ê êvarê li ber dengderan dê vekirî be.”

Peyamnêrê K24ê li Hewlêrê tekez jî kir, “Pirose bi tenahî û li ser xwe bi rê ve diçe û tê çaverêkirin ku piştî seet 10:00 ê sibehê welatî zêdetir tevlî wê piroseyê bibin.”

Herwesa Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê Aram Bextyar jî got, “Sindoqa dengdanê li Konsulxaneya Îranê ya Silêmaniyê jî hatiye danan û welatiyên Îranê ku hejmara wan 500 heta 600 kesan e tevlî wê piroseyê dibin.”

Aram Bextyar amaje jî da, “Welatiyên Îranê dikarin li Helebce, Kerkûk û Kelarê jî tevlî dengdanê bibin û ji bo vê meremê jî sindoqên gerok hatine dabînkirin.”

Berpirsê Birêvebirina Hilbijartinên Pêşwext ên Serokatiya Komara Îranê li derveyê Welatî Elîreza Mehmûdî jî ragehand, “340 sindoq ji bo dengên welatiyên Îranê li derveyê welatî hatine terxankirin, ji wan jî 23 sindoq li şeş parêzgehên Îraqê û Herêma Kurdistanê tên danan.”

Ji aliyekî din ve Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêzên ewlehiyê hemî berhevî kirine ji bo ku ew pirose li Herêma Kurdistanê bi awayekî baş derbaz bibe.

Fly Erbil Advertisment