Mala keltûrî ya hunermend Celal Beyar li Hewlêrê hat vekirin

Mala keltûrî ya hunermend Celal Beyar li Hewlêrê
Mala keltûrî ya hunermend Celal Beyar li Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) - Di salvegera 12ê ya wexerkirina hunermendê warê pêşkêşkirin û şanoyê Celal Beyar de, di merasîmekê de maleke keltûrî taybet ji bo wêne û bîranîn û film û sînaryoyên wî hunermendî li taxa Erebî ya kevn a Hewlêrê hat vekirin.

Ji bilî erşîfê karên hunerî yên wî hunermendî, wêneyên kesatiyên Hewlêrî yên Kel û Minare û Qeyseriya Hewlêrê jî li wê malê hatine berçavkirin.

Hunermend Cemal Dîlan piştî xanenişînbûnê ji aliyê xwe ve erşîfê wî hunermendî û wan kesatiyan di pêşangeheke girêdayî bîranîna Celal Beyar de pêşkêş kir û ji K24ê re got, “Li beranberî bîranîna xemgîn a bira û hunermendê warê şanoyê, ku gelek salan di xizmeta hunerê şano û sînema û diramayê de bû, min maleke hunerî ji bo komkirina erşîf û karên wî yên hunerî vekir. Niha jî em ber bi salvegera 12ê ya wexerkirina wî ve diçin, lewma min biryar da bi vekirina wê mala keltûrî re pêşangeheke fotografî ya girêdayî karên wî û kesatiyên Hewlêrê vebikin.”

Hunermend Celal Beyar li sala 1947ê li Hewlêrê hat ser dinyayê û di salên 1970an de tevlî şano û rêzefilmên tilevizyonan bû, wekî Mem û Zîn, Xatûna Kulavzer, Hebû Nebû, Tapoyê çi heq heye û hwd.

Berhemê yekê ku wî pişkdarî tê de kiribû berhemê Mareyî bû, cara dawiyê jî tevlî pişka sêyê ya rêzediramaya Gerdelûlê bû, lê wî li roja 27.06.2012ê li bajarê Hewlêrê wexera dawiyê kir û wesa mirinê rê neda wî ku rolê xwe temam bike.