Serokê opozîsyona Tirkiyeyê hewl dide bi Esed re bicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Ozgur Ozel got, ew hewl didin hevdîtinekê bi Serokê Sûriyeyê Beşar Esed re pêk bînin.

Ozel di hevpeyvînekê rojnamevanekî Tirk re got: “Ji aliyê xwe ve, em karê dîplomasiya nefermî ligel Sûriyeyê dikin. Ez difikirim di çend rojên pêş de biçim hevdîtinê bi Esed re bikim. Hevdîtin ne piştî demek dirêj e, belkî eger e di vê havînê de be.”

Serokê opozisyona Tirkiyeyê da zanîn jî, “Pêwendî bi rêya dîplomasiya ne aşkere berdewam in, ji bo em bizanin ku gelo deriyê girtî yê navbera her du welatan de, dikare were vekirin.”

Li gorî Ozel, ev têkilî baş birêve biçin û eger biser bikevin, dê di nava mehkê yan meh û nîvekê de bi Esed re bicive.

Serokê CHPê amaje bi wê yekê jî kir, yek ji mijarên sereke ku ew dixwaze bi Esed re gotûbêj bike, pirsgirêka penaberên Sûrî û vegera wan ji Tirkiyeyê bo welatê wan e.

Li gorî Ozel “nîşaneyên erênî ji Esed tên” û ku Partiya Gel a Komarî jî hewl dide diyalogê pêk bîne.

Ev yek di demekê de ye, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan duhî gotibû, ti sedem nînin ku rê li ber danîna peywendiyên dîplomatîk di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de bigirin.