Rêveberiya Xweser: Her lihevkirinek bi Tirkiyeyê re komployeke mezin e

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweser diyar kir, her lihevkirinek di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de, “komployeke mezin e û rawabûna dagirkirina Tirkiyeyê ye”.

Rêveberiya Xweser li ser daxuyaniyên vê dawiyê yên Serokê Sûriyeyê Beşar Esed û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan yên derbarê asayîkirina pêwendiyên Enqere û Şamê de daxuyaniyek belav kir.

Rêveberiya Xweser ragihand, “Her kes dizane ku rola dewleta Tirkiyeyê a dagirker ji destpêşa şoreşa li Sûriyeyê de neyênî ye û ji bo firehkirina xeleka serweriya xwe di çarçoveya ˊMîsaqî Millîˊ de hêzên tundraw û komên terorîst bi kar anîn.”

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Dewleta Tirkiyeyê hewl dide li qada xwînê ya Sûriyeyê destê xwe bide Şamê, bi taybet ku wê li dijî sûriyan sûcên şer kirine û divê berpirsên wê werin darizandin. Ev lihevkirin, ger pêk were, wê demê li dijî gelê Sûriyeyê, bi tevahî etnîkên wê ˊkomployeke mezin eˊ û ˊrawabûnaˊ dagirkirina Tirkiyeyê ye.”

Rêveberiya Xweser amaje bi wê kir, “Divêyabû herêmên mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, Idlib, Bab, Ezaz û Lîwa Iskenderon ku dewleta Tirk dagir kirine vegeriyana, lê mixabin ger Şam û Enqereyê li hev bikin, wê demê dê herêmên din ên Sûriyeyê werin dagirkirin û binpêkirineke aşkera ya serweriya wê pêk bê.”

Rêveberiya Xweseriya tekez kir: “Çi lihevkirin bi dewleta Tirkiyeyê re pêk bên, ew li dijî berjewendiya Sûriyan bi giştî ye, misogerkirina parçekirinê û li dijî yekitiya Sûriyeyê û gelê wê komployek e.”

Herwiha Rêveberiya Xweser bang li hêzên nîştimanî yên Sûriyeyê kir ku “ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî û derxistina dagirkeriyê li hev bicivin û diyaloga nîştimanî ya Sûriyeyî li dar bixin.”