Bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî çend pirojeyên xizmetkariyan li Hewlêrê tên bicihanîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi rasparde û fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, razîbûn li ser bicihanîna hejmareke pirojeyên xizmetkariyan li sinorê parêzgeha Hewlêrê hat diyarkirin.

Îro (Yekşem, 30.06.2024) bi serperiştiya Serokê Dîwana Civata Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Umêd Sebah û Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û bi berhevbûna hejmareke şêwirmendên Civata Wezîran û cîgirên parêzger û qayimqamên qezaya navendî û Serokê Şaredariyê û hejmareke berçav ji birêveberên giştî yên sinorê parêzgeha Hewlêrê û aliyên peywendîdar, civîneke berfireh li Dîwana Parêzgeha Hewlêrê hat kirin.

Di wê civînê de, bi rasparde û fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, razîbûn li ser bicihanîna hejmareke pirojeyên xizmetkariyan ên giring li sinorê parêzgeha Hewlêrê hat diyarkirin, ku dê bandor li ser çarekirina arêşeyên kêmaviyê li hejmareke taxên bajarê Hewlêrê û pêşkêşkirina xizmetkariyên pêdivî di warên çêkirin û nûjenkirin û qîrkirina rêyan de û herwesa komkirina gilêşî û zêdetir giringîdana bi jîngeha Parêzgeha Hewlêrê hebe.

Herwesa di wê civînê de aliyên peywendîdar hatin raspartin ku tevaya bizavên xwe ji bo zêdetir xizmetkirina welatiyan terxan bikin.

Her di çarçoveya wê civînê de amaje bi berdewamiya lêborîna qerzên li ser welatiyan hat kirin, wekî pêngavek ji bo liberçavwergirtina rewşa welatiyan û kedkaran.

Pirsa geştyariyê jî tewerekî din ê wê civînê bû, ji îro ve daxwaz hat kirin ku tevaya hêsankariyan ji bo hatina geştyaran bo nav bajarê Hewlêrê bên kirin, ku dê feyde ji bo abor û bazarê Herêma Kurdistanê hebe. Herwesa Civata Wezîran piştevaniya xwe ji bo pêşxistina wî kertî tekez kir.