Mesrûr Barzanî: Erkê hikûmetê ye bê cudahî xizmeta hemî bajar û bajarkan bike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya civîna xwe ya li gel Parêzgerê Silêmaniyê û berpirsên îdarî yên wê parêzgehê de got, “Her tiştekî di şiyanên me de be, em ji bo zêdetir xizmetkirina xelkê xweşevî yê Silêmaniyê û baştirkirina xizmetkariyên giştî yên wê parêzgehê dikin.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 30.06.2024) li bajarê Silêmaniyê serdana avahiyê parêzgeha Silêmaniyê kir û ji aliyê Parêzgerê Silêmaniyê Heval Ebubekir ve hat pêşwazîkirin.
Di wê civînê de ku Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed û qayimqamên sinorê parêzgeha Silêmaniyê jî berhev bûbûn, Parêzgerê Silêmaniyê tevî bixêrhatina Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şanda pê re, raportek jî li ser kar û çalakî û piroje û arêşe û aloziyên sinorê parêzgeha Silêmaniyê pêşkêş kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje da ku erkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye bê cudahî xizmeta hemî welatî û bajar û bajarkên Herêma Kurdistanê bike.
Mesrûr Barzanî tekez jî kir, “Her tiştekî di şiyanên me de be, em ji bo zêdetir xizmetkirina xelkê xweşevî yê Silêmaniyê û baştirkirina xizmetkariyên giştî yên wê parêzgehê dikin.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya kertê taybet kir ku di warê avakirina jêrxaneyeke aborî ya bihêz de li Herêma Kurdistanê hevkar û alîkar û piştevanên karnameya hikûmetê bûn.