Parêzgeriya Şirnexê 15 rojan qedexe ragihand
Diyarbekir (K24) - Parêzgeriya Şirnexê li bejahiyên Cizîr, Silopî, Basa û Elkê ji bo 15 rojan li 14 hereman qedexe ragihand û hat amajekirin ku deverên hatîn destnîşankirin wek Herêma Ewlekariyê Teybet a Demkî hatine ragihandin.
Ji aliyê Parêzgeriya Şirnexê ve hat ragihandin ku li Çiyayê Cudî yê dikeve aliyê Cizîr û Silopyayê, li Çiyayê Gabar ê dikeve aliyê Basa û li bejahiya Elkê bo 15 rojan qedexe hatiye ragihandin.
Di daxuyaniya Parêzgeriya Şirnexê de hatiye amajekirin ku, 14 deverên hatine destnîşankirin wek Herêma Ewlekariyê ya Teybet a Demkî hatine ragihandin û biryara qedexeyê ji 1ê Tîrmehê dest pê dike û heta 15ê Tîrmehê dê di meriyetê de be, bang li welatiyan jî tê kirin ku li gorî biryara qedexeyê tevbigerin.
Parêzgeriya Şirnexê balê dikêşe ji bo ku ewlekariya civakî were bicihanîn, pêşî li tawan û bûyerên tundûtîjiyê were girtin, biryareke wisa hatiye wergirtin û çûn u hatina van hereman hatiye qedexekirin.