Şandeke hevpar a Wezaretên Navxwe û Darayî yên Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Şandeke hevpar a Wezaretên Navxwe û Darayî yên Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike.
Şandeke hevpar a Wezaretên Navxwe û Darayî yên Herêma Kurdistanê îro (Yekşem, 30.06.2024 serdana Bexdayê dike û ji bo danûstandinan li ser çend pirsan bi tîmeke Hikûmeta Îraqê re dicive, yek ji wan jî pirsa mûçeyên hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê ye.
Peyamnêrê K24ê Şivan Cebarî pêştir gotibû, “Biryar e Şandeke hevpar a Wezareta Navxwe bi serokatiya Rêber Ehmed û Wezareta Darayî bi serokatiya Awat Şêx Cenab bi lijneyeke taybet a transêtê re vê êvarê bigehe Bexdayê.”
Peyamnêrê K24ê amaje jî dabû, “Ew şand ji bo çareseriya arêşeya mûçeyên hêzên ewlehiyê bi tîma Hikûmeta Îraqê re dicive.”
Şivan Cebarî eşkere jî kiribû, “Ew tîm ji Cîgirê Serokwezîrî û Wezîrê Pilandananê yê Îraqê Mihemed Temîmî û Wezîrê Avedankirin û Akincîkirinê Bengîn Rêkanî û çend berpirsên din pêk tê.”